REQQA – Malbata Mihemed ku li Reqqayê hat rizgarkirin li kêleka şerê diqewime kon vedan û di kon de dijîn. Malbata Mihemed li bendê ye tevahî bajêr bê rizgarkirin û her kes demek beriya demekî vegerin malên xwe.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi boneya azadkirina Reqqayê operasyona “Cenga Mezin” di roja 66’emîn de didome. Heta niha 10 taxên bajêr hatine rizgarkirin. Li taxên Hişam Ebulmelîk, Nezlit Şahadê û Reqaya Kevn pevçûnên dijwar diqewimin. Tê payîn her sê tax jî di demek kurt de bên rizgarkirin. Di çarçoveya operasyonê de hêzên taybet sivîlan rizgar dikin. Li her cihê ku tê rizgarkirin jiyan ji nû ve tê hûnandin. Şervan cihê rizgar dikin ji bo sivîl dikaribin lê jiyan bikin operasyonên paqijiyê pêk tînin.
DI NAV ŞER DE KON VEDAN
Li taxa Yemrûk a li eniya rojava ku hat rizgarkirin ji mayînan tê paqijkirin. Li başûrê taxê li eraziyek vala malbata Mihemed a ji 5 kesan pêk tê kon vedane û di kon de dijîn. Ferdên malbatê li taxê li şer temaşe dikin. Li cihê malbat jiyan dike bê navber dengê teqîn û çekan tê û dûxan bilind dibe. Li gel şerê dijwar malbat li taxê jiyana xwe didomîne û sewalkariyê dikin.
‘PARASTINA QSD’Ê EWLEHIYÊ DIDE ME’
Fettah Mihemed (30) ê ku bi hevjîn û zarokek xwe yek salî re jiyan dike bersivek bi ken dide pirsa “Li vir jiyankirin ne zor e?” û wiha got: “QSD parastina sivîlan dike. Em xwe li vir bi ewle dibînin. Me destûr ji xwedî erazî sitend û konê xwe li vir vekir. Ez roj li mala xwe ya li taxa El-Diriyê dinêrim. Li gel hemû zor û zehmetiyê em li jiyanê ne. Ez li benda roja ku vegerim mala xwe me.”
ÊDÎ JIYANEK BÊ DAIŞ DIXWAZIN
Dayik û hevjîna Mihemed jî jiyan û cîhanek bê DAIŞ zarokê xwe yek salî nîşanî kamerayê didin û vedibêjin. Dayik Walîde Mihemed destnîşan kir ku QSD’ê alîkariyek her bi nirx daye wan û ew li bendê ne Reqqa demek beriya demekî bê rizgarkirin.
Nazim Daştan - dihaber