Odeya Tabîban der barê bijîşka li Şemzînanê lepirsînê vedike

ENQERE - Odeya Tabîban, der barê bijîşk Elif Ç. a rapora lêdanê neda gundiyên Şapatana Navçeya Şemzinanê yên rastî işkenceya hêzên dewletê hatin û got "Ev sûcê we ye" îşkence parast, amadekariyê dikin ku lêpirsîn vekin.

Welatiyên gundê Şapatan ê bi ser navçeya Şemzînana Colemêrgê di 6'ê Tebaxe de hatibûn binçavkirin û rastî îşkenceya leşker û polîsên tîmên taybet hatibûn. Gundiyên Şapatanê behsa îşkencaya li ser wan pêk hat kirin. Welatiyên gund ku ji ber ewlehiya canê xwe nedan navê xwe bidin diyar kirin ku polîsan piştî kuştina tîmên taybet bi ser gund re girt û derî û şibakeyên malan şikandin. Gundiyên ji bo rapora darbê çûn nexweşxaneya Dewletê ya Şemzinanê bijîşka nexweşxaneyê Elîf Ç. bersiva “Ev tiştên qewimîn xetaya we ye. Ji ber hûn nebûn alîkariya dewletê ev tişt pêk tên." Li ser vê yekê Odeya Tabiban amadekariyê dike ku der barê bijîşk de lêpirsînê veke. Serokê Odeya Tabîban a Wanê Bijîşk Ozgur Denîz Deger ji dihaberê re axivî. "Tiştê ku li herêmê pêk hat em ji çapemeniyê fer bûn. "

'LI DIJÎ SINCA TIPÊ YE'

Deger, anî ziman ku gundiyên rastî lêdanê hatin çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê, lê nekarîbûn rapora lêdanê bigirin û wiha got: "Agahiya 'Bijişk gotiye ev sûcê we ye. Hûn nebûn alîkarê dewletê' û rapor nedan gundiyan ji mere hat. Hekîm, beyî li ziman, bawerî, nijad û rengê mirovan binerin dive mirovan derman bikin û nexweşî çibe divê wê binivîse û qeyd bike. Ev zagon rêgeza tipê ye. Ev pêkanina li Şemzînanê li diji sinca tipê ye. Hemu hekîman sonda Hipokratê xwariye. Sincekî tipê heye. Divê bijîşk serbixwe xizmetê bidin. Em dê der barê bijişkan de lêpirsinê bidin destpêkirin.

‘DIBE KU EM WÊ BIJÎŞKÊ JI PÎŞE BAVÊJIN'

Deger destnîşan kir ku di zagonan de mafê odeyê heye ku der barê bijîşkan de lêpirsinê veke û ji bo vê rastiyê fêr bibin dê lêkolîn bikin û hewce be dê der barê bijişê de lêpirsînê vekin. Deger, anî ziman ku hewce be dê wê ji pîşe dûr bixin. Em dê hem ji hewseta peywira xwe xerab bikar anîye û hem jî li dijî nexweşan xerab tev geriya ye dozê vekin.

GELKE WELATIYÊN RASTÎ LÊDANÊ HATINE HENE

Deger anî ziman ku li gundê Şapatanê gelek welatiyên rastî lêdanê hatine hene, lê nehatine muayinekirin û wiha got: "Ger ku ew kesên rastî lêdanê hatine an jî wekîlên wan serî li me bidin em dê bi lezgîn lêpirsînê bidin destpêkirin. Em dê di nava 3 mehan de bi encam bikin û biryarê bidin. Hekîm divê li gorî sincê pîşeyê xwe li dijî îşkenceyê rawestin."