ŞIRNEX - Li Şirnexê vê carê jî ji ber topbaranê agir derdora Çiyayê Bêrayê ket.
Şewata ku ji ber topbaranan li çiyayên Cûdî, Gabar û Çiravê derketibû hîn jî didome. Ji ber topbaranê vê carê jî agir bi derdora Çiyayê Bêra ku d navbera navçeya Basan û bajaroka Qesrikê yên Şirnexê de ye ket. Duxana şewatê ji navenda Cizîrê dixuyê û heta niha bi tu awayî mudaxile nehatine kirin.