STENBOL – Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can, bal kişand ser niqaşên "Cilên yek ren û tîp" yên dixwazin li ser girtiyan ferz bikin û wiha got: "Hemû pêkanînên ku diktatoran xistin meriyetê Tayyip Erdogan ji nûve hildiberîne û dixwaze ji nûve li ser girtiyan têxe meriyetê. Lê ev polîtîka riziya ye."
Bertek û nerazîbûnên li dijî daxuyaniya Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan a "Cilên yek rengî" her diçe zêde dibin. Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can ku di serdema darbeya 12'ê Îlonê de 19 salan girtî ma û di sala 1999'an de azad bû, serdema polîtîkayên 12'ê Îlonê û politîkayên niha nirxand.
'DI CILÊN YEK RENGÎ DE BI SER NEKETIN'
Can, diyar kir ku polîtîkaya serdema 12'ê îlonê ewbû ku li girtîgehan bi hovîtiyê mirovên yek reng û tîp ava bikin û wiha got: "Xwestin hemû mirovên li pêşeroja xwe xwedî derdikevin û planên wan ên pêşerojê hene bê vîn bihêle. Li ser gelê kurd 2 qat zêde pêş xistin. Li hemberî van polîtîkayan berxwedanên mezin pêş ketin. Bi taybetî li Metris, Îzmir, Xerpêt, Amedê li dijî van polîtîkayan girtiyan di ber xwe dan. Ger ku te wê demê planek qebûl kiribûya dê plana duyemîn xistibûna meriyetê. Di salên 1983-1984'an de li girtîgehên Rojava wekî Mamakê vîna girtiyan hatibû şikandin. Xwestin bi cilên yek tîp, di salên 1983’an de li girtîgehên rojava li ser girtiyên çepgir jî yek tîpê ava bikin û vîna wan bişkînin. Ewil ev plan li Girtîgeha Sagmalcilar a Stenbolê dest pê kirin. Piştre li Şirinyer, Edene, Erzirom, Xerpêt û xwestin vê planê li hemû girtîgehên Tirkiye têxe meriyetê. Li Zindana Amedê polîtîkayên pir hovane xistin meriyetê.
Di îlona 1983’an de cilên yek tîp û reng li Zindana Amedê anîn rojevê. Piştî berxwedana îlona 1983'an ev plan taloqî çileya 1984'an kirin. Di çileya 1984'an de cilên yek tîp dîsa spartin girtiyan. Wê demê dîsa li dijî vê yekê berxwedanek mezin pêş ket. Girtî li dijî vê yekê ketin rojiya mirinê û greva birçîbûnê. Wê demê Necmettin Buyukkaya, Orhan Keskin, Celal Arat, Remzi Ayturk, Yilmaz Demir û gelek şoreşgerên din li dijî van polîtîkayan û îşkenceyên giran xwe darve kirin. Piştî wê Stenbolê cilên yek tîp li xwe nekir. Hemû girtîgehên mezin ên Tirkiye cilên yek tîp li xwe nekirin. Şoreşerên li Zindana Amedê tevi hemû îşkence û hovîtiya mezin cil derxistin û avêtin. Politîkaya cilên yek rengî têk çû."
'ERDOGAN CIVAKEK YEK TÎP ARMANC DIKE'
Can, anî ziman ku Erdogan bi vê daxuyaniya xwe civakek yek tîp û reng li ser mirovan ferz dike û wiha lê zêde kir. "Heman feraset di 12'ê îlonê de hebû. Lê ev feraset rastî berxwedanê hat û bi ser neket. Zext li ser hemû girtiyan kirin û xwestin bikin yek tîp. Endogan politîkaya hemû dîktatoran komî ser hev dike û şeklekî nû diafirîne. Bi vê hilberînê polîtîkaya cilên yek rengî li ser girtiyan ferz dike. Bi vê polîtîkaya cilên yek renî girtiyên şoreşger armanc dike. Dixwazin bi navê tevgera FETO têxin meriyetê û li hemû girtiyan ferz bikin. Di sala 1970'an de hemû girtiyên rastgir li xwe kirin. Yên şoreşger di ber xwe dan. Feraseta yek al, yek dewlet ne di elehê FETO de ye. Polîtîkayên ku Tayyip Erdogan diparêze Tevgera FETO jî diparêze. Ferasetên herduyan ji hev ne cudatir in. Dixwazin di encamê de vê polîtikayê li ser şoreşger, çepgiran têxin meriyetê. Me wê demê li dijî vê yekê di ber xwe da û me kevneşopiya berxwedanê li pey xwe hişt. Niha jî kesên şoreşger dê vê yekê qebûl nekin û ev polîtîka bi ser nakeve. Dê bi darazê gefan li wan bixwin. Dê bêjin an tu dê li xwe ke an jî em te nabin dadgehê. Ger ku li xwe nekin jî dê bêyî ku bibin dadgehê darizînin. Me di salên 1980'an de li dijî vê yekê di ber xwe da û di salên 1990'an de di ber xwe da. Dibe ku kesên pêkanînê dixin meriyetê kesên cuda be. Lê feraset û polîtika heman tişt e. Rêbaz heman rêbaz e. Lê girtî jî dibêjin wê demê ev polîtîka şaş bû dîsa şaş e. Wê demê me di ber xwe da em dê dîsa di ber xwe bidin. Mirov xwedî mafê azadiya hilbijartina cilan in. Mirov xwedî mafê azadiya ramanê ne. Ji ber vê yekê dê girtî û mirov li dijî vê yekê mafê xwe yê azadiya raman û azadiya lixwekirinê biparêzin û di ber xwe bidin. Çand û kevneşopiya me ya berxwedanê heye. Dîsa girtiyên siyasî dê li dijî vê yekê di ber xwe bidin. Kevneşopiya Zindana Amedê heye. Hûn Zindana Amedê nebînin hûn dê Kemal Pîr jî nebînin. Hûn dê li girtîgehên rojava Abdullah Meral jî nebînin."