ENQERE – Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Keskîn Bayindir serdem û mufredata perwerdehiya nû nirxand û got ku radestkirina perwerdehiyê ya ji bo Weqfa Ensarê dê qebûl nekin.
Wezîrê Perwerdehiya Millî Îsmet Yilmaz bernameya perwerdehiya 2017-2018 perve kir û nîqaşên dê peyva “cîhat” di mufredatê de cih bigire û Weqfa Ensarê dê dikaribe li navendên perwerdehiya gel qursan vebike didomin. Weqfa Ensarê ya dê perwerdehî radestî wê bê kirin, beriya niha jî bi bûyerên mîna îstîsmarên zayendî hatibû rojeve. Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Keskîn Bayindir van hemû nîqaşan ji dîhaberê nirxand û bal kişand ser girîngiya perwerdehiya ya ji bo pêşeroja welêt.
Bayindir da zanîn ku heta îro kesên birêve dibirin ji bo berjewendiyên xwe teşe didin pergala perwerdehiyê û her desthilatdarî li gorî xwe dixwaze nifşê xwe biafirîne û ev jî li dijî civakê wek “êrîşek sîstematîke” binav kir. Bayindir diyar kir hikumeta AKP’ê herî zêde dixwaze van êrîşên xwe yên xedar di serdema 2017-2018’an bixe meriyete.
‘DIVÊ MUFREDAT BI SAZIYÊN SIVÎL RE AMADE BIKIN’
Bayindir destnîşan kir ku pêwîste mufredata perwerdehiyê bi saziyên sivîl û sendîkayan re bê amadekirin û wiha got: “Gelek sazî û rêxistinên civakî yên sivîl yên ku di vê mijarê de xwedî tecrûbe, zanist û li qada çandê de xebat dane meşandin hene. Dikaribûn bi van saziyan re li ser mufredatê hevdîtin bikirina. Lê wek ku KHK derbixin nîvê şevê ji nişkeve wek ku derbikevin operasyonekê mufradat hat amadekirin û bi vî awayî dixwazin teşe bidin pêşeroja me.”
‘PERWERDEHÎ RADESTÎ ENSARÊ HAT KIRIN’
Bayindir anî ziman ku di hin nîqaşan de tê gotin ku pergala perwerdehiyê radestî cematê û koman hatiye kirin û îşaretî îmzekirina protokola bi Weqfa Ensarê re kir. Bayindir bal kişand ser naveroka îmzekirina protokola AKP’ê ya bi Wegfa Ensarê re û wiha domand: “Perwerde terkî bîrdoziya Ensarê hatiye kirin. Weqfa Ensarê beriya niha bi îstîsmara zayendî ya zarokan hat rojevê. Li tevahiya welat jî 986 Navendên Perwerdehiya Gel ji bo qursan maf dane Weqfa Ensarê. Qursên amadekariya zanîngehê ku beriya niha di destên cematê de bûn, niha Weqfa Ensarê dewr girtiye. Pergala perwerdehiyê ber bi talûkeyê ve diçe.”
PROTOKOL 20 XALAN RADEST KIRIN
Bayindir diyar kir ku protokola perwerdehiyê ya ji 20 xalan pêk tê radestî bîrdoziya Weqfa Ensarê kirine û dê ji niha şûn ve perwerde li gorî nêrîn û pêşniyarên Ensarê bê teşekirin.
‘HEKE KU WEZÎRÊ PARASTINÊ BIBE WEZÎRÊ PERWERDEHIYÊ…’
Bayindir derbirî ku dê li ser 55 sernavên mijaran mufredat bê guhertin û wiha berdewam kir: “AKP dixwaze nifşek li gorî hişmendî, bîr û baweriya xwe mezin bike. Dixwaze bi van guhertinan teşebûna xwe baş bicih bike.” Bayindir da zanîn ku Wezîrê Perwerdehiyê Wezîrê Parastinê yê berê ye û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Li welat pergela perwerdehiyê radestî kesek ku wezîrtiya parastinê kiriye û xwedî ferasetek hişmendiya ewlehiyê û leşkerî ye kirin. Bi vê hişmendiyê dê nifşek li gorî leşkeriyê bê mezinkirin. Dê di qada perwerdehiyê de nifşek di darizandinê de bê kuştin û bi hestên nijadperest ên şerker ku ji cewherê xwe dûr ketiye biafirinînin.”
‘MAFÊ ZIMANÊ ZIKMAKÎ’
Bayindir bibîr xist ku li qada perwerdehiyê divê zanistî, demokratîkbûn û mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bê nasîn û ev bang kir: “Pêwîste mufredatek ku hemû beşên civakê, komên bawerî, netew û çandên di nav de cih bigirin bê amadekirin.”
‘EM Ê JÎ MUFREDATA XWE AMADE BIKIN’
Bayindir destnîşan kir ku ew mufredata nû qebûl nakin û ew jî wek Egîtîm Senê mufredata xwe nû amadekirine, komîsyonek ava kirine û dê di demek nêz de xebatên wan bi dawî bibin. Bayindir da zanîn ku beriya dibistan vebibin ew ê jî li gorî nirxên civakê ji bo mufredatê deklarasyona xwe parve bikin. Bayindir got ku ew ê jî li hember hemû pêkanînên qirêj ên li ser daxwaza perwerdehiyek demokratîk, zanistî û zimanê zikmakî yê dayikê têkoşîna xwe dewam bikin.