Yek jê zimanzan 12 siyasetmedar li Stenbolê hatin girtin

STENBOL – Li Stenbolê yek jê zimanzan 12 endamên HDP û DBP’ê yên 14 roj şûn ve derxistin dadgehê û hatin girtin.

Li Stenbolê di 28’ê tîrmehê de di serdegirtina malan de 13 endamên DBP û HDP’ê hatibûn binçavkirin û piştî 14 rojan ew derxistin Edliya Bakirkoyê. Piştî îfadeyên dozgeriyê ji 13 siyasetmedaran Haci Aslan hat berdan, yek jê zimanzan 12 siyasetmedar jî bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne” ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Navên endamên HDP û DBP’ê yên hatin girtin wiha ne: Aygul Turhan, Enver Sonmez, Ercan Dogru, Ahmet Saginç, Mehmet Şah Guneş, Mehmet Şîrîn Akyol, Mevlut Aykoç, Mustafa Elma, Ridvan Doner, Sedat Çayci, Eşref Yaşar, Guven Pinar.

ZIMANZAN AYKOÇ BI SEDAN XWENDEKAR PERWERDE KIR

Di nav kesên hatin girtin de Mevlut Aykoç ê ku zimanzanî û nivîskariya kurdî dikir jî heye. Aykoç demek dirêj di bin banê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku bi KHK’ê hat girtin de xebatên ziman da meşandin û bi sedan xwendekar perwerde kir û gelek mamosteyên zimanê kurdî gihand.