COLEMÊRG – Di îşkenceya komî ya li gundê Şapatanê de angaşt û kitekitên nû derdikevin holê. Necmettîn Korkmaz ê bi hevjîn û keçika xwe ya 6 salî re rastî îşkenceyê hat wiha got: “Destên min bi panzêrê ve girêdan û heta mala keya min li ser piştê kaşkirin.” Hevjîna wî Kudret Korkmaz jî got ku di serdegirtinê de polîsan pere û zêrên wan dizî kirine.
Li gundê Şapatanê yê bi ser navçeya Şemzînana Colemêrgê ve nêzî 100 welatî rastî îşkenceya komî hatibûn û kitekit û angaştên bûyerê yên nû jî derketin holê. Necmettîn Korkmaz ê bi hevjîn û keçika xwe ya 6 salî re rastî îşkenceyê hatin ji dîhaberê re axivî û behsa îşkenceyê kir.
‘EM Ê RUHÊ WE BISTÎNIN’
Korkmaz ê ku şopên îşkenceyê li ser laşê wî hene û wiha behsa bûyerê kir: “Bi şev saet li derdora 01.00’ê bû. Dengê piyên wan hat û pişt re camên me şikandin. Ez ber bi derî ve beziyan negihîştimê. Derî jî hat şikandin. Bi pihînan deriyên me şikandin. 4-5 kesan xwe min dorpêç kir. Çek spartin serê min û bi qûndaxê çekan li min dan. Bi pihînan û kulman jî li pişt û serê min da. Gotin ku tiliya we di nav kuştina tîmê taybet de heye. Ji me re gotin ‘We kiriye dê xwîna şehide me li erdê nemine. Heta em li van deveran bin em ê aramiyê nedin we. Çawa me li vir can daye em ê can bistînin.’ Pişt re min derxistin derve û min dengê giriyê hevjîna xwe bihîst. Êzinginên me li ber derî bûn hildan û bi êzindan li her derê min dan. Bi çekê gef li min xwarin û digotin ‘em ê te bikujin.’ Li min, hejvîna min û keça min dan.”
‘BI PANZÊRE VE GIRÊDAN Û KAŞKIRIN’
Korkmaz destnîşan kir ku îşkenceyê bi rê de jî dewam kir û wiha got: “Destên min bi panzêrê ve girêdan û heta mala keya min li ser piştê kaşkirin. Nêzî 500 metroyê min bi erdê re kaşkirin. Qedexe bû ku ez rabim ser piya. Her cara ku ez radibûm piya bi pihînan li min didan. Axaftin, bangkirin û qêrîn qedexe bû.” Korkmaz got ku hemû şêniyên gund wek wî di îşkenceyê de derbas kirin.
‘VA MÊVANÊN ME HATIN’
Korkmaz da zanîn ku bi wesayîtek spî wî birin midûriyeta polîsan û wiha domand: “Bi rê de heqaret û îşkence berdewam kir. Li ber emniyetê yên li benda me bûn amade bûn. Ji me re gotin ‘va mêvanên me hatin. Ji vir xelasiya we tune ye.’ Bi dorê li herkesî dan.”
‘WE HINDIK LI WAN DAYE’
Korkmaz anî ziman ku rapora derpkirinê nedane wan û wiha pêde çû: “Piştî îşkenceyê Dr. Elîf Ç rapor neda me. Doktor dema min dît ji polîsan re got ‘Werin we hindik li vî daye. Hinek din jî lê bidin. Xwîna şehîdên me li erdê namîne. Em raporê nadin tu kesî.’ Ev 3 sale em bi îşkenceya wisa re rû bi rû dimînin.” Korkmaz diyar kir ku ew ji halê welatiyên li derdora wan dijîn re rêyên çareseriyê dixwazin.
PERE Û ZÊR JÎ DIZÎ KIRINE
Hevjîna wî Kudren Korkmaz jî behsa hovîtiya li dijî xwe kir. Korkmaz got ku destên wê hatine girêdan wê derp kirine û wê avêtine erdê û ji aliyê 3 kesan ve hatiye eciqandin. Korkmaz destnîşan kir ku li malê alavek sax ne hatiye hiştin û wiha axivî: “Di dema serdegirtinê de pere û zêrên min hatin dizî kirin. Li ber çavên min pereyên min dizî kirin. Pere û zêrên min di hundirê sindoqê de bûn. Sindoqê şikandin û hemû dizîkirin. Ji bo pere û zêran me serî li dozgeriyê da.” Korkmaz da zanîn ku çavê keça wan 6 salî girtine û wî avêtine li dîwar xistine.
‘EM GILIYÊ SÛC BIKIN’
Korkmaz aşkere kir ku dê rojên pêş de biçin serî li dozgeriyê bidin û giliyê sûc bikin.