Li Stenbol û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin

STENBOL/ ÎZMÎR – Li Stenbol û Îzmîrê di serdegirtina malan de herî kêm 22 kes hatin binçavkirin.

Li Îzmîrê di saetên serê sibê de polîsan bi ser gelek malan ve girt. Di nav de ku Sekreterê Malî yê Şaxa Genel Îş’ê ya Hejmara 5’an Ayhan Tural jî ku heye zêdetirî 10 kesan hatin binçavkirin. Hat zanîn ku hinceta binçavkirinê parvekirinên medya civakî ne.

Kesên binçavkirî piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.

LI STENBOLÊ 12 KES BINÇAVKIRIN

Li navçeyên Arnavutkoy, Avcilar, Ataşehîr, Bagcilar, Bahçelîevler, Esenler, Fatîf, Gazîozmanpaşa, Kuçukçekmece, Kartal û Sultangazî yên Stenbolê bi hemwextî bi ser malan ve hat girtin.

Operasyona ji aliyê komên TEM’ê ve pêk hat ji 18 kesên lêgerîna wan heye 12 kes binçavkirin. 12 kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a li Kolana Vatanê.