STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xizmên girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê bi armanca bi Ocalan û xizmên xwe yên li Îmraliyê re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Xwişk û birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan bi riya parêzerên xwe, bi armanca biçin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilin a Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamili Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayri Konar Ali Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan, bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.