Walî destûr nade vemirandina şewata daristanê

ŞIRNEX/DERSIM - Midûriyeta Karên Daristanê ya Şirnexê, der barê şewata ku di topbarana leşkeran de li qada daristanê derket diyar kir ku erk û hêza wan a şewata daristanê vemirînin tune ye. Li Dersimê jî vemirandina şewata daristanê, ji aliyê Walîtiya Dersimê ve tê astengkirin.

Şewata qada daristanê ya li Çiyayê Cûdî, Gabar, Çirav û Dera di topbarana leşkeran de derketiye bi rojane didome. Şewata di topbaranên ji qereqolên derdorê û bombebarana Balafirên Şer ên F-16'an de derket bê navber belav dibe. Pêtên agir ji navenda bajar ve jî tê dîtin. Ji ber şewata zêde ezmanên çoltarê di bin dûxana agirde maye. Ji bo vemirandina şewatê tu mudaxale nayê kirin.

'HÊZA ME TUNE'

Tekildarî mijarê rayedarên Midûriyeta Karên Daristanê ya Şirnaxê pirsên me bersivandin û diyar kir ku li gorî îxbaran hewl didin mudaxale bikin, lê ji ber operasyon û şerê li herêmê zêde erk û hêza wan a mudaxaleyî şewatê bikin tune ye. Rayedaran anîn ziman ku tenê dikarin mudaxaleyî şewata li qadên nêzî bajar bikin. Rayedar, da zanîn ku helîkopterên agirkuj jî li Edeneyê ne.

DERSIM

Li 4 navçeyên Dersimê û navenda Dersimê di topbarana leşkeran û bombebarana balafirên şer de, şewata daristanên herêmê didomin. Rayedarên Midûriyeta Daristanê ku xwestin şewata daristanê vemirînin jî, ji aliyê Walîtiya Dersimê ve bi hinceta "Herêmên taybet ên ewlehiyê" hatin astengkirin. Li navçeyên Pilûr Qislê Pîlemurye û Xozatê û navenda Dersimê di topbarana hawanan û bombebarana balafirên şer de şewata li qada daristanê didome. Şewata li Qada Geliyê Mûnzurê didome. Midûrê Karên Daristanê têkildarî şewata li herêmê ji dîhaberê re axivî. Midûrê Daristanê diyar kir ku hewl didin mudaxaleyî şewata daristanê bikin, lê Walîtiya Dersimê wan asteng dike.

GELIYÊ MÛNZÛRÊ DIŞEWITE

Li gelek nokteyên geliyê Mûnzûrê şewata daristanê didome. Welatiyên gundê Geyiksuyu jî hewl didin ku şewata li daristana gundê wan derketiye vemirînin. Şewata li herêma gundê Pilvenk, Çambulak, Geliyê Ahpanosê, Zaxge, Kozluca, Otlubahçe, Yaylagunu, Kuşluca yên giredayî Pilûrê jî didomin. Li Çemê Balî jî di topbaranêde şewat derket.

Li herêma Kizilmescitê û Xozmerikê li derdorê Çemê Roj û Gundê Suvatê û gundê Çakmakli, Şomaşî, Dere yên herema Amutka ya Navçeya Xozatê û herêma Zozanên Dagkoyu, Gedikler, Çakmakli şewata ku derketiye her çi belav dibe. Li hin herêman şewata ku derketiye ji aliyê welatiyên zozanan ve hatiye vemirandin. Hat zanîn ku bi bondora bayê zêde li hin herêman agir dîsa geş dibe. Şewata ligundê Ramazan ê Navçeya Qislê ku dest pê kiriye didome.

Midûriyeta Daristanê ji bo şewata li herêmên din jî heman bersîv da û diyar kir ku ji Walîtiya Dersimê ve tên astengkirin.