Di Nobeta Wîjdan û Edaletê de nimêja înê kirin

WAN – Di Nobeta Wîjdan û Edaletê ya li Wanê bi pêşengiya Komeleya Piştgirtina Oldarên Olî ya Wanê nimêja înê hat kirin.

Nobeta Wijdan û Edaletê ya li Wanê di roja 4’emîn didome. Di nobetê de nimêja sivîl ya înê hat kirin. Endamên Komeleya Piştgirtina Oldarên Olî ya Wanê û rûspiyên civakê ku nobet ziyaret kirin, ji bo nimêja înê jî ref girtin. Mele Mustafa weaz da û li pêş civatê nimêj kir. Mustafa bal kişand ser bêhiqûqî û tiştên li Kurdistanê diqewimin.

Piştî weazan wekîl û welatiyan bi hev re ref girtin.