MÊRSÎN – Nûçegihana me ya dîhaberê Bêrîvan Altan a ku duh bi hinceta der barê wê de biryara girtinê heye hat binçavkirin, derxistin edliyê.
Nûçegihana me ya dîhaberê Bêrîvan Altan di şeva 10'ê Tebaxê de li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê di venêrîna rê de hat binçavkirin. Bi hinceta dosyeyeke der barê wê de hatiye vekirin Altan binçav kirin û birin Qereqola Polîsan a Teceyê. Piştî karê binçavkirinê Altan sewqî Edliya Mêrsînê kirin.
Tê payîn ku dozgerî îfadeya Altan bigire.