ŞIRNEX – Li Şirnexê di êrîşa li dijî baregeha leşkerî de leşkerek birîndar bû.
Li herêma Çiyayê Nimêje a bi ser Şirnexê ve bi çeken lûle dirêj û rokatan li dijî baregeha leşkerî êrîş pêk hat. Piştî êrîşê pevçûn derket û li gorî agahiyên ewil leşkerek birîndar bû. Leşkerê birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Li herêmê bi beşdariya gelek leşkeran operasyon hat destpêkirin.