STENBOL – Sazî û rêxistinên elewî yên li Stenbolê nerazîbûn nîşanî şewata daristanan a li Dêrsimê dan û got: “Jiyanek bêdaristan nabe.” Saziyan got ku ew ê li dijî şewitandina çiya û daristanan li berxwe bidin.
Sazî û rêxistinên hawîrdorên elewî yên Stenbolê li dijî şewitandina dar û çiyayên Dêrsimê civîna çapemeniyê nerazîbûn nîşan dan. Civîn li avahiya Şaxa ÎHD’a Stenbolê hat lidar xistin û nûnerên Federasyona Komelên Dêrsimê (DEDEF), Komeleya Hawîrdaroa Munzurê, HDK, Meclîsa Ekolojiyê, Komela Çandê ya Pîr Sultan Abdal û gelek saziyên beşdar bûn. Di civînê de pankartên “Dar û ber, theyrî thurî mor û milawinî desenî” û “Dêrsim di nav çar çiyayan û çar çiya di nav şewatê de ye” û dowîzên “Ji şewata Geliyê Perî re na”, “Em ê gundên xwe ne terikînin û em ê ji bo qadên xwe jiyanê li berxwe bidin” û “Ev daristan ên me ne bila berpirsyar bên darizandin” hildan. Li ser navê saziyan aktîvîstê hawîrdorê Hasan Şen daxuyanî xwend.
‘BI ZANEBÛN ŞEWATÊ DERDIXIN’
Şen destnîşan kir ku şewatên daristanan bi zanebûn derdixin û bêdengiya çapemeniyê ya li hember şewata daristanên herêmê rexne kir. Şen da zanîn ku li Dersimê gel dixwaze bi hewldanên xwe şewatê vemirine lê dewlet destûrê nade û got: “Dewlet li gorî berjewendiyên xwe yên dewletî û rantê dixwaze Dersimê qetil bike. Dixwazin bi şewatan Dêrsimê bêmirov bihêlin. Di şewatê de gelek lebat û sewal hatin qetilkirin.”
BÊDENG NEMÎNIN
Şen bibîr xist ku li gel xwezaya Dersimê li Çiyayên Cudî û Gabarê jî şewat didomin û wiha domand: “Ev şewat ne tesadufî ne. Dixwazin bi şewatê xwezaya netewên cuda û di bin navê kare de van qadan îstîsar bikin. Şewat encamê vê yekê ne.” Şen bang li gelan kir ku pêwîste li dijî şewitandina xwazaya xwe bêdeng nemînin.
Nûnerên saziyên din jî li dijî şewatê bertekên xwe anîn ziman û banga xwedî derketina dar, daristan û xwezaya çiyayên herêmê kirin.