3 ciwan li Farqînê hatin binçavkirin

AMED – Li Kolana Gazî ya Farqînê 3 ciwan ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Li Kolana Gazî ya navçeya Farqîna Amedê polîsên bi maşîneyên zirxî li nav bajêr digeriyan 3 ciwanên navê wan nehat zanîn binçav kirin. Li heman kolanê di 8’ê tebaxê de 2 ciwanên ji pastaxaneyê derketin, ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatibûn derpkirin û binçavkirin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin lîsteyek ji 120 kesan pêk tê di deste polîsan de ye û li gorî vê lîsteyê ciwanên navê wan di lîsteyê de hene binçav dikin.