STENBOL- Muzîkjen Serhad Raşa ku ji bo Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ji bo hefteyekê ket greva birçîbûnê wiha got: "Li vî welatî 150 hezar mirov ji karê xwe bûn. Hunermend nikarin li hemberî vê xwe li bêdengiyê deyînin."
Muzîkjen Serhad Raşa, ji bo akademîsyen Nûriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça dest bi greva birçîbûnê kir. Raşa ji roja duşemê ve di grevê de ye û dê çalakiya wî ya grevê hefteyekê bidome. Raşa, diyar kir ku ji bo ew dengê xwe li dengê Gulmen û Ozakça zêde bike wî serî li riyeke wisa daye.
‘DIVÊ HUNERMEND BIBE DENGÊ CIVAKÊ'
Raşa, diyar kir ku ew bi vê çalakiya xwe bang li wijdanê raya giştî dike û wiha got: "Heke em bêedaletiyê negirin ser xwe, dê têkoşîna me xurt nebe. Divê hemû dostên min ên ku dibên em hunermend in dest deynin ser wijdanê xwe." Raşa, balê kişand ser bêdengiya raya hunerê û wiha bertek nîşan da: "Êdî ketim rewşa ku nikarim bistrêm. Helbet bedêleke vê bêdengiyê heye. Dê rojekê dor bê wan jî û dê wê çaxê li dor xwe kesî nebînin. 150 hezar mirov ji karê xwe bûn. Heke rewşeke wisa hunermend eleqedar neke nexwe dê çi wî/ê eleqedar bike?"
‘DÊ ÇALAKIYÊN ME BI STRANÊN ME BIDOMIN'
Raşa, anî ziman ku piştî grev bi dawî bibe ew ê bi awayekî cuda çalakiyên xwe bidomînin û wê di şexsê Gulmen û Ozakça de ji bo hemû kesên berxwedêr stranek çêkiriye. Raşa, diyar kir ku ew ê tevî gelek hunermendan vê stranê bibêje û wiha got: "Strana ku me çêkiriye, dê çalakiya me ya ewil a piştî greva birçîbûnê be û em ê paşê konsertên mezin li dar bixin." Raşa, bang li her kesî kir ku xwedî li çalakiya Gulmen û Ozakça derkevin.
Çalakiya Raşa li Alamut Kalesî Cafe ya Taksîmê didome.