REQA- Li taxa Reqaya kevin, şer bi dijwarî didome. Ji şevê din ve 23 DAIŞ hatin kuştin û depoyek cebilxaneya DAIŞ'ê ket destê şervanan.
Şerê şervanên QSD'ê li Reqqa di roja 68'an de dewam dike. Li taxa Reqaya Kevin sê roj in şer bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Di şerê ji şevê din ve 2 jê sekvan bi giştî 6 DAIŞ hatin kuştin û birîndarên wan jî hene. Termê DAIŞ'ıyên hatine kuştin tevî çekên li ser wan ketine destê şervanên QSD'ê. Hejmara kuştiyên DAIŞ'ê dibe ji hîn zêdetir be. Di haman taxê de depoyek cebilxaneyê kete destê şervanên QSD'ê.
Li bakur–rojhilatê jî bajar û bi taybet li taxa Rewda di navbera QSD û DAIŞ'ê şer derket di şer de 7 DAIŞ hatin kuştin.
Li taxa Diriyê ya dikeve rojavayê bajar jî şer û pevçûn derket di encamê de 4 DAIŞ'î hatin kuştin, gelek ji wan birîndar bûn. Di heman taxê de şervanekê QSD'ê birindar bû.
Li taxa Berîd a bakur- rojavayê bajar jî şer derket 6 DAIŞî hatin kuştin.
Di şerê li tevahiya eniyan de 3 şervanên QSD'ê ku di şer de roleke wan a mezin hebû jiyana xwe ji dest dan û şervan jî birîndar bûn.