AYDIN – Li Aydin û navçeyên polîsan di saetên serê sibê de, bi ser malan de girt û 3 rêveberiyên HDP’ê xistin binçavan.
Li navçeyên Soke, Kuşadasî û navenda Aydinê polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 3 rêveberên HDP’ê xistin binçavan. 3 HDP’iyên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn, piştî kontrola tendirûstiyê, birin Midûryeta Polîsan a Aydinê.
Navên kesên hatin binçavkirin wihan e: Rêveberê HDP’ê yê Aydinê Osman Dagtekîn, Rêveberê HDP’a naçeya Kuşadasi Muzaffer Çelebî û Rêvebirê HDP’a navçeya Sokê Mahmut Aktaş.