Endamê OHP Peker dê derxinîn dadgehê

STENBOL – Endamê OHP’ê Parêzer Hakîm Peker ji ber ku beşdarî meşa biranîna komkujiya Roboskî bû, hat girtin. Peker piştî 5 mehan dê yekem car bê darizandin.

Endamê Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) yê Baroya Stenbolê Parêzer Hakîm Peker dê sibe li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê bê darizandin. Peker di dema xwedekarê Zanîngehê bû, beşdarî meşa bîranîna komkujiya Roboskî bûbû. Di çarçoveya lêpirsîna derheqê wî hatibû vekirin de, hat girtin. Peker 5 mehin li Gitîgeha Hêjmar 5 a Sîlîvrî tê girtin. Peker bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” tê darizandin.

Hempişeyên Peker dê saet di 21.00’an de di medyaya civakî de, li ser hesabê hastagı #AvukatHakimPekereÖzgürlük kampanya bidin dest pê kirin.