EDENE – Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan ku li Edeneyê hat binçav kirin, di çarçoveyê lêpirsînê de, birin Sêrtê.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmî ya Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan ji bo beşdarî çalakiyeke partiya xwe bibe, derbasî Edeneyê bibû. Arslan ku di 12'ê Tebaxê de di serdegirtina polîsan a malê de hat binçavkirin. Piştî lêpirsîna Arslan a li Midûryeta Polîsan, di çarçoveyê lêpirsînê de, birin Sêrtê.
Li gorî agahiyên parêzer dayî, ji bo dosyaya lêpirsîna Arslan “biryara veşartinê” hatiye dayîn û têkildarî binçavkirina wî tu agahî nayê dayîn.