Kemalbay: Dewleta nû 16 salin em nas dikin

WAN – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, di Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê de tev li civîna çapemeniyê bû û bal kişand ser gotina AKP'ê ya "Em dewleta nû ava dikin" û wiha got: "Ev gotin ne nû ye. Berê li pişt deriyên girtî axivîn. Ev îtîrafa axaftina pişt deriyên girtî ne. Dewleta nû dewleta 16 salin em nas dikin e. Em dewleta nû, ji komkujiyên li Cizîr û Roboskê û ji kuştina dayika Taybet û Ugur Kaymaz nas dikin.

Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter daye destpêkirin di roja 6'an de berdewam dike. Civîna çapemeniyê ya rojane piştî peyama Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş hat xwendin dest pê kir. Wekîlên HDP'ê yên di nobetê de û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay tev li civînê bûn.

Kemalbay di civînê de geşedanên dawî nirxandin û wiha got: "Ne nobeta wîcdan û edaletê li Amedê dest pê kir. Piştî Amed û Stenbolê niha em li Wanê berdewam dikin û em dê derbasî Îzmirê bibin. Gel barikatan dişkîne û li vîna xwe xwedî derdikeve. Em wekî gelê Tirkiye di pêvajoyek şikestok re derbas dibin. Ji bo em mudaxaleyî pêvajoya dijdemoratîk a li Tirkiye pêş dikeve bikin me dest bi vê pêvajoyê kir. Gelê me li vê çalakiyê xwedî derdikeve em silav û hurmetên xwe pêşkêşî gelê xwe dikin. Em vê çalakiyê di bin tecrida giran de pêk tînin. Em dê barîkatan bişkînin û Tirkiyeya di nava aştiyê de ava bikin. Em dê bi têkoşîn û berxwedanê vê rêveçûna ku Tirkiye dixe nava tariyê rawestînin. Em dê vê pergala yekperet û inkarê bi têkoşîna gelê kedkar û karker ya hevpar bişkînin. Em dê bi cerebe û destkeftiyên xwe faşizmê rawestînin. Em dê Tirkiyeya ku aştî û azadî lê serdest ava bikin.

EM DÊ BI SER ZULMÊ DE BIÇIN Û TÊK BIBIN

Bajarê Wanê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yaksekdag şand meclîsê. Dîsa wekîla meclîsê ya herî ciwan Tugba Hezer şand meclîsê û wiha got: "Lê bi desthilatdariya AKP'ê ya li dijî hiqûqê wekîltiya wan hat xistin. Lê hûn çi bikin bikin hûn nikarin wekîltiya wan ji dilê gel qut bikin. Seroka me Figen girtî ye. Em dê bi ser zilmê de biçin û zulmê têk bibin. Li Wanê ji 14 şaredariyan 12 jê di destê hevparên HDP’ê de bûn. Lê bi desthilatdariya qeyimê hat desteserkirin. Li dijî tevêbûna demokratîk, parvekrina butçeyê û wekheviya siyasî ya jinê darbe hatiye kirin. Qeyûmê vîna gel tune hesibaniye. AKP 16’emîn salvegera xwe pîroz dike. Behsa evîn û hezkirinek bi zorê dikin. Ger ku gel ji we kêfxweş be, hûn çima li şûna bijartiyan qeyûm tayîn dikin. Hûn çima wekîltiya wekîlan radikin. Çima ew qas, polîs, leşker û maşîneyên zirxî. Çima her mal di bin dorpêça polis û maşineyên zirxî de ye. Divê hûn hurmetê nîşanî vîna gel bidin."

'DEWLETA NÛ 16 SALIN EM NAS DIKIN'

Kemalbay, bal kişand ser gotina endamê MYK'ê yê AKP'ê Ayhan Ogan a "Em dewleta nû ava dikin" jî û wiha berdewam kir: "Ayhan Ogan got 'Em dewleta nû ava dikin'. Lê niha AKP-Qesr ser vê yekê bincil dike. Înkar dikin. Lê Ayhan Ogan rastî îtîraf kir. Got ‘kral tazî ye' Gotina ku 16 salin li pişt deriyên girtî di axivîn aşkere kir. Ayhan Ogan anî ziman. Ji bo gel tiştekî bê guhertin tune ye. Niha ji bo pirsgirêka kurd înkar bikin û pirsgirêka demokratikbûnê bi şer hal bikin li rêyên nû digerin. Ol ji xwe re dikin mertal. Dewleta nû pergala yekperest a îktidara AKP Qesrê ye. Dewleta ku 16 sal em nas dikin e. Em wê ji Cizîr, Roboskê û kuştina dayika Taybet û Ugur Kaymazan nas dikin."

'DERSIM Û BOTAN DIŞEWITE'

Kemalbay, anî ziman ku di van rojan de hemû awa wan dişewite û wiha lê zêde kir: "Şer li her derê belav dibe. Bi rêbazên 90’an û 12'ê Îlonê berdewam dikin. Serokê AKP’ê Erdogan di her axaftinê de diyar dike ku dê şer geş bibe. Îro li Dersim û Botanê daristan dişewitin. Her daristana tê şewitandin ji aliyê hêzên milîtarîst ên dewletê ve tên şewitandin. Ev tundî ne tenê li dijî daxwazên kurdan ên aştiyê ne. Ev êrîş hemû zindî, kêzik, kurm, mar û molan tevan tune dike û winda dike. Şewitandina van zindiyên nava daristanêya bi vî rengî sûcê şer e. Dewlet û îktîdar dê rojekê hesabê vê zilmê bide.

Îşkencela li gundê Şapatanê rû da sûcê mirovahiyêye. AKP bêyî sext û îşkenceyê nikare Tirkiye bi rêve bibe. Serokê îktîdara AKP-Qersê Erdogan, li dijî her tiştî derdikeve û mudaxaleyî her tiştî dike. Heta tev li cilên jinan dibe. Ez bang Li Erdogan dikim çima neçû Şapatanê lêkolîn nekir."

MIROVÎ DÊ BI SER BIKEVE Û ÎŞKENCE TÊ TÊK BIÇE

Kemalbay, ani ziman ku piştî wan rapor amade kir tenê der barê polîsekî de lêpirsîn hat kirin û wiha got: "Ew qas kes rastî îşkenceyê hatin tenê polîsekî ev îşkence kir? Hemû erdnîgariya Tirkiye bûye girtîgeha servekîrî û bûye qata îşkenceyê. Heta niha her dem rûmeta mirovahiyê işkence têk bir. Em dîsa dibêjin dê rûmeta mirovan îşkenceyê têk bibe û dê Rûmeta mirovahiyê dê bi ser bikeve."

Kemalbay, plaj û tuwaletaı ku li ser goristana ermeniyan hat avakirin jî şermezar kir u wiha got: "Îktidar hebûna xwe di ser hemû bawerî û nirxan re dibîne. Em dibînin ku kesên polîtikayên rantê yên AKP’ê techîr dike li dijî wan hiqûqa dijminantiyê tê meşandin. Lê ev qet me têk nabe. Li pêş me serdema tekoşînê heye. Em dê ji bo aştî û demokrasiyê bi hevre têkoşîna xwe mezin û bilind bikin. Em bang li hemû rêxistinên siyasî û demokratik dikin. Em amade ne ku ji bo avakirina aştî, demokrasî, azadî û edaletê bi hevre bimeşin û vê têkoşîna yekîtiyê xurttir bikin. Em dikarin bi hevre jiyanê ava bikin. Em dikarin li dijî OHAL û KHK’yan bi hevre eniya demokratîk ava bikin û jiyana hevpar a gelan ava bikin."