AMED - Şewata ku welatiyan bi derfetên xwe vemirandin, di topbarana leşkerên tabûr, qereqolên leşkerî de dîsa derket. Şewata daristanê her ku diçe nêzi malan dibe.
Li navçeya Lîcê ya Amedê şevê din di topbarana Leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Lîcê de li herêma Beşiştê û Şemê Şînê şewat derketibû. Piştî welatiyan bi derfetên xwe şewat vemirandin, îro dîsa di encama topbarana leşkeran de şewat derket. Welatiyan diyar kirin ku şevê din leşkeren bi helikopteran leşker danîn û îro jî di topbarana leşkeran de dîsa agir bi daristanê ket. Şewata daristanê her ku diçe belav dibe û nêzî şûnwaran dibe. Welatî bi derfetên xwe hewl didin şewatê vemirînin.