Çalakiya Yukselê di roja 258’an de domiya

ENQERE – Çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” di roja 258’an domiya. Polîsan êrîşî çalakvanan kirin û bi lêdanê çalakvan ji qadên dûr xistin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku ji bo vegerin karê xwe, ket roja 158’an. Çalakiya piştgiriyê ya Kolana Yuksela Enqerê jî ket roja 258’an. Polîsan çardin mudaxileyê çalakvanan xwestin daxuyanî bidin, kir.

Polîsan koma ku xwest daxuyanî bide, heya Cadeya Meşrutiyetê dehf dan. Pişt re bi berz kirina dirûşmeyan çalakvan belav bûn.