Notirvanên şevê fermanê ji midûrê polîsan digirin

STENBOL - Notirvanên şevê yên bi navê "Teyrên Şevê" ku sibê li kolanên Stenbolê dest bi peywirê bikin, fermana xwe ji midurê polisan digirin. 386 notirvarên ku sibê li kolanan dest bi kar bikin dê ewil bi polîsan re li kolanan bigerin. Midurê polîsan ê Stenbolê Mustafa Çalışkan, ji wan xwest ku çekan serbest bikar bînin.

386 notirvanen li Kolanên Stenbolê dest bi nobetê bikin, sibê yekem car derdikevin kolana û dest bi nobetê dikin. Midûriyeta Polisan a Stenbolê ji 8 hezar û 320 kesên ku serî li 8 şaxên wan dan jê 700 kes hilbijart. Notirvanên ku di perwerdehiya teorîk, re derbas bûn, dîsa perwerdehiya polîsên tevgera taybet û perwerdehiya çekan jîditin. 386 notirvan dê sibê yekem car bi şev derkevin kolanên Stenbolê û dest bi notirvaniye bikin. Notirvan dê di destpêkê de bi polîsan re li kolanan bigerin û nobetê bigirin. Notirvan dê bi şevê 8 saetan û li kolanan bin 314 notirvanen din ji piştî perwerdehiya wan biqede dê dest bi notirvaniyê bikin.

ÇEKAN SERBEST BIKAR BÎNININ

Midurê polîsan ê Stenbolê Mustafa Çalışkan, ji wan xwest ku çekan serbest bikar bînin. Çalişkan, ferman da ku di bikaranina çekan de nekevin nava fikaran û serbest bin û wiha got: "Dema mafê we yê zagonî çê bû, erka we çibe xwe paşve nekişînin. Mewzuatêbaş zanibin û tev bigerin:"