Ji bo Kişanak û Tuncel banga piştgiriyê

STENBOL - Rûniştina doza Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel a berê dê di 15'ê Tebaxê de bê dîtin. Endama Înîsiyatifa Tekşîna Jinan Nayê Darizandin Nimet Tanrikulu, bang li her kesî kir ku tev li rûniştina doza Kişanak û Tuncel bibin.

2'emîn rûniştina doza Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê bê dîtin. Saziyen jinan amadekariyê dikin ku biçin Meletiyê û tev li rûniştina dozê bibin. Endamên Înîsiyatifa Tekşîna Jinan ku ji bo jinên tên darizandin xebatê dimeşînin amadekariya tev li rûnştina dozê bibin dikin. Înîsiyatifa Tekşîna Jinan Nayê Darizandin bang li hemû jinan kir û tev li dozê bibin. Înîsiyatifê bi navê “Vîna jinan a di siyaseta giştî û herêmî de nayê darizandin û nabe mijara darizandinê." li ser hesabê twîtterê hastagi ya #GultanVeSebahatinYanındayız (#EmLiCemGultanÛSabahatin dan destpêkirin.

Endama Înîsiyatifa Tekşîna Jinan Nayê Darizandin Nimet Tanrikulu, bang li her kesî kir ku tev li rûniştina doza Kişanak û Tuncel bibin.
Tanrikulu, anî ziman ku Kişanak û Tuncel ji ber xebatên jinan tên darizandin û wiha got: "Girtina Kişanak û Tuncel di pêvajoyê de cuda hat xuyakirin. Divê her kes piştgiriyê bidin wan. Di siyaseta rojane û lêgerina heq û hiqûqê de jin dibin hedef. Gelek hevalên me yên jin ji ber ku li heq û hiqûqa xwe digerin girtîne. Di vê pêvajoya ku em nikarin nefes bigirin pêdiviya me hemûyan bi hev heye. Pêdiviya me tevan ji piştevaniya hev heye. Em bang li her kesî dikin ku tev li rûniştina 15'ê Tebaxê bibin.