Çalakiya Yukselê di roja 279’emîn de didome

ENQERE – Polîsan di roja 279’emîn de bi tundî mudaxeleyî çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” kir û çalakger Îlker Işik binçav kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça yên bi KHK’ê hatin îxrackirin û kare xwe paş de dixwazin li Nexweşxaneya Girtîgeha Sîncanê di roja 159’emîn didome. Çalakiya hem ji bo piştevaniya Gulmen û Ozakça û hem jî çalakiya “Em kare xwe paş de dixwazin” li gel hemû astengiyan jî di roja 279’emîn de berdewam dike.

Polîsan, çalakgeran asteng kir û nehiştin li Kolana Yukselê çalakî lidar bixin. Li ser vê yekê çalakger li Kolana Konur kom bûn. Çalakgeran di navbera Kolana Yuksel û Konur de yên hatin astengkirin çalakiya xwe lidar xistin û pankarta “Nuriye û Semîh paş de bigirin kar” vekirin û sloganên “Nuriye û Semîn ne bi tenê ne” û “Bijî berxwedana greva me ya birçîbûnê” berz kirin. Polîsan xwe li hember çalakiyê ne girt û bi tundî mudaxele kir. Ji çalakgerên nerazîbûn nîşanî helwesta polîsan dan Îlker Işik hat binçavkirin.