Dayika Rojnamegerê girtî tev li Nobeta Wîcdan û Edaletê bû

WAN - Dayika rojnamegerê girtî Arif Aslan Perişan Aslan, tev li Nobeta Wîcdan û Edaletê bû û xwest hemû rojnamegerên girtî bên berdan.

Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku li Parka Aştiyê ya Musa Anter daye destpêkirin di roja 7'an de berdewam dike. Di roja dawî de nobet rastî ziyaretên zêde hat. Yek ji kesên Nobet ziyaret kir dayika rojnameger Arîf Aslan ê di 31'ê Adarê de hat girtin Arif Aslan Perişan Aslan bû. Perîşan Aslan bi daxwaza "Ji Rojnamegeran re azadî" Nobeta Wîcdan û Edaletê ziyaret kir û ji hemû rojnamegerên girtî re azadî xwest.
Aslan anî ziman ku kurê wê Arîf Aslan 5 mehin girtî ye û hêj îddianameya wî nehatiye amadekirin û wiha got: "Ji ber ku kurê min li vî welatî rojnamegeriyê dike girtî ye. Hemu rojnameger bê sedem girtî ne. Hemû sûcê wan rojnamegerî ye. Rojnamegerî ne sûc e.Bila hemû rojnameger bên berdan."