ÎZMÎR - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmirê piştgirî dan Nobeta Wîcdan û Edaletê ku di 15'ê Tebaxê de li Qada Gundogdu ya Îzmîrê pêk bê. Hêzan diyar kirin ku têkoşina HDP'ê têkoşîna wan e.
Rêxistina HDP'ê piştî Amed, Stenbol Wanê di 15'ê Tebaxê de (sibê) li Qada Gundogdu ya Îzmirê dest bi Nobeta Wîcdan û Edaletê dik
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmirê piştgirî dan Nobeta Wîcdan û Edaletê ku û diyar kirin ku têkoşina HDP'ê têkoşîna wan e.
Nûner û rêveberên Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo piştgiriyê li Nûnertiya DÎSK'ê ya Herêma Egeyê civîna çapemeniyê pêk anî. Gelek nûneren saziyên sivil ên civaki jî tev li nobetê bûn. Berdevkê Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB'ê Melih Yalçin, bal kişand ser gotina "Em dewletek nû ava dikin" û wiha got: "Ji ber vê yekê daxwaza edaletê girîng e. Nobeta Wîcdan û Edaletê ji bo her kesî girîng e. Ji ber ku hemû beşên civakê di bin tundiyê de dijîn. Em dê sibê li qadê piştgiriyê bidin nobetê û daxwaza HDP’ê ya edaletê daxwazame ye û em dê tekoşîna xwe berdewam bikin."
Wekilê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, Wekîlê HDP’ê Muslum Dogan û Ertuğrul Kurkçu jî banga tevlêbûna Nobeta Edaletê kirin.