NAVENDA NÛÇEYAN – Li Bartinê edîtora Îlerî Haber Îzgen Gokçe di serdegirtina malê de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Li bajarê Bartinê polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala edîtora Îlerî Haber Îzgen Gokçe ve girtin û di çarçoveya lêpirsînek lê hatiye vekirin de li mala wê lêgerîn hat destpêkirin. Piştî lêgerînê Gokçe hat binçavkirin. Polîsan dest danî ser têlefon û kompîtora Gokçe.
Hat zanîn ku di çarçoveya heman lêpirsînê de ji endamên Partiya Komunîst a Tirkiyê (TKP) û Fedarsyona Fîkîr Kuluplerî (FKF) der barê 5 kesan de biryara binçavkirinê heye.