Çalakiya Kolana Yukselê di roja 280’emîn deye

ENQERE – Kedkarên bi KHK'ê hatin dûrxistin di roja 280’an de li Kolana Yukselê kom bûn û bi silogana “Em karê xwe paşve dixwazin"
çalalakiya xwe berdem kirin.

Kedkarên bi KHK'ê ji kar hatin avêtin, ji bo piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên 160 rojin di greva birçîbûnê de ne û bi zorê ew birine Nexweşxaneya Kampa Sîncanê û bi daxwaza "Em karê xwe paşve dixwazin" li kolana Yukselê çalakiya xwe berdewam kirin. Kedkarên ku di roja 280’an de li Kolana Yuksele kom bûn û daxwazên xwe anîn ziman dîsa rastî êrîşa polîsan hatin. Kedkarên li Kolana Konur ê ya Yukselê kom bûn, xwestin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Komê pankarta "Bila Nuriye û Semih li karê xwe vegerin" vekirin û silogan berz kirin. Polîsan bi hinceta Wali çalakî qedewe kiriye êrîşî komê kir.