30 kes bi hinceta rewşa awarte binçav kirin

ŞIRNEX – Polîsan li navend û nevçeyên Şirnexê rewşa awarte duqat zêde kirin. Polîs li her kolan û kuçeyê welatiyan radiwestîne û lêgerînê dike. Walîtiyê jî serê sibê daxuyanî da û diyar kir ku 30 kes binçavkirin.

Li navend û navçeyên Şirnexê di 14’ê Tebaxê de bi şev rewşa awarte duqat zêdebûn. Wesayîtên li nokteyên kontralê yên di ketin û derketina bajêr û navçeyan, rawestandin polîs ji serî heta binê mirovan lêgerin dike. Polîs li nokteyên kontrolê yên li ser gelek cadeyan danîn, welatiyan radiwestînin û kontrola Komkirina Agahiyên Giştî (GBT) dikin.

Waliyê Şirnexê jî di daxuyaniya kir de, diyar kir ku di operasyonên di saetên serê sibê yên li navçeyên Cizîr, Hezex, Sîlopî û navenda Şirnexê ku bi ser malan de girtin 30 welatî kirin binçavan.