COLAMÊRG - Heyeta ku ji endam û nûnerên TTB, TÎHV, TPD û Komeleya Pisporên Saziya Tipa Edlî pêk dihatin, çûn Şapatanê bi gundiyên rastî îşkenceyê re hatine hevdîtin kirin. Heyetê îşkenceya hatiye kirin xistin bin qeydan.
Heyeta ku ji nûner û rêveberên Yekitiya Tabîbên Tirk, (TTB), Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV), Komeleya Psikiyatri ya Tirk (TPD) û Komeleya Pisporên Tipa Edlî pêk dihat bi armanca îşkenceya li gundiyên Şapatanê hatiye kirin lêkolîn bikin çûn Şapatanê û bi gundiyan re hevditin kirin. Heyeta ku çûn Gundê Şapatanê ya Şemzînanê îşkenceya li welatiyan hatiye kirin xistin bin qeydan û kirin rapor.
ÎŞKENCE KIRIN BIN QEYDAN
Heyetê piştî bi gundiyan re hevdîtin kirin îşkenceya li gundiyan hatiye kirin xistin bin qeydan. Heyetê hem şopên fîzîkî û hem jî şopên derînî u pêkanên li ser wan hatiye meşandin yek bi yek qeyd kirin û kirin rapor. Heyetê ji bo kesên rastî îşkenceyê hatine bên dermankirin xwestin serî li Nûnertiya TÎHV'ê ya Amedê bidin. Dema heyetê bi gundiyan re hevdîtin kir, komek endamên TTB'ê çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzinanê û ji ber ku bijîşk Elif Ç. rapor neda gundiyan bi rêveberiya nexweşxaneyê re hevdîtin kir.