ENQERE - Nûçegihanê me Deniz Nazlim jî di nav de 9 kesên ku du roj berê di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li muduriyeta polîsan hatin berdan.
Tevî nûçegihanê me Deniz Nazlim endama PM a HDP'ê Dilan Çetin, endam û rêveberên HDP'ê Yelîz Yildirim, Selim Turan, Mucahit Kaplan, Engin Çevik, Nasir Yanar, Lale Ekmen û Îrfan Geçer ku du roj berê di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li muduriyeta polîsan hatin berdan. Her wiha Rêvebera HDP'a Enqereyê Yildiz Bahçecî û endamên HDP'ê Erkan Kara û Sebahattin Eldek ku di heman operasyonê de hatibûn binçavkirin hîn jî di bin çavan de ne.
Hat diyarkirin ku li ser maîleke îxbarê operasyon hatiye lidarxistinû d bin çavan de tenê der barê îxbarê de pirs hatine pirsîn.