AMED - Nûrittînê qamişloyî ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn ji neçarî reviya, bi firotina cemedê debara xwe dike. Nûrittîn, anî ziman ku ew bi hesreta welatê xwe ye û bi şev warê xwe di xewn û xeyalên xwe de dibîne.
Şerê li Rojhilata Navîn bû sedem ku bi hezaran mirov ji warê xwe koçber bibin. Kesên ji neçarî ji welatê xwe reviyan ji bo îdamekirina jiyana xwe bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Yek ji van kesan jî Nûrittîn e ku ji ber şer ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê li Sûra Amedê bi cih bûye.
Nurittîn, anî ziman ku dema ew li Qamişlo bû wî ajokariya TIR'ê dikir. Nurittîn diyar kir ku di dema şer de roketek li mala wî ketiye û ji ber wê hevjîna wî birîndar bûye û ew bêmal mane. Nûrittîn, got ku ji ber cihekî ku ew lê bimînin tune bû û ji bo tedawiya hevjîna xwe wî biryar daye ku ji Qamişloyê koç bike. Nûrittîn, da zanîn ku ew hatine li Sûra Amedê bi cih bûne û destpêkê wî û kurê xwe Îmadettîn li kantîneke dersxaneyeke taybet dest bi kar kiriye. Nurittin got ku ji ber ku kardêr pereyê wan nedida wan ew mecbûr mane dev ji kar berdin.
‘BI ŞEV LI ROJAVAYÊ BIROJ LI TIRKIYEYÊ ME'
Nurittîn, dest nîşan kir ku kurê wî Îmadettîn li fabrîkaya xaliyan xebitiye û bi pereyê wî wan makîneyeke cemedê kiriye û niha ew li dikaneke 30 metrekareyî debara xwe bi cemedê dikin. Nurittîn, anî ziman ku ew her sibeh saet di 10.00'an de tê dikana kurê xwe û bi pereyan cemedê ji kurê xwe dikire û li pişt motora xwe dike û gund bi gund digere. Nûrittînê 57 salî ku tim bi hesreta warê xwe ye wiha got: "Ez du kes im. Bi şev di xewnên xwe de ez li warê xwe Rojavayê tevî hevalên xwe me, biroj jî li Tirkiyeyê me. Ez 24 saetan dijîm."
‘LI QAMIŞLOYÊ JÎ MIN BESTENÎVANÎ DIKIR'
Îmadettînê 25 salî ku dikane wî ya cemedê heye, anî ziman ku dema ew nû hatine Amedê ewil di fabrîkayeke mast de wek hoste xebitiye, lê belê ji 3 parên hosteyan parek meaş didan wî. Îmadettîn got ku meaşê hosteyan 3 hezar lîre bû, lê 600 lîre didan wî û bi ser de jî pirî caran mehaneya wî nedidan wî. Îmadettîn, diyar kir ku wî li Qamişloyê karê besteniyê dikir û ji ber vê ji bo ew karekî bi vî rengî bike ew li fabrîkayeke xaliyan xebitiye û paşê wî makîneyeke cemedê ji xwe re kiriye.
Piştî ku Îmadettîn dikane cemedê vedike, bi saya wî bavê wî û xezûrê wî tevde jî dibin xwedî kar. Îmadettîn der barê jiyana xwe ya li Amedê de ev tişt gotin: "Di xaniyê bikirê de me. Cihên ku ez lê dixebitim an dereng mehaneyên min didan min an jî qet nedidan. Wê demê zaf ditengijîm. Min ji xwe re digot hema bimirama û neketama vî halî. Kesên wisa dikin jî qet fêm nakim. Mesela heke kesek şekirekî bide min, ez hemû malê xwe bidim wî kesî jî li ber çavên min nayê. Lê belê li gel xebateke ewqas zêde jî mirovan heqê min nedida."
Îmadettîn havînan bi çêkirina cemed û besteniyê û zivistanan jî bi şekirê pembo debara xwe dike.