Bi îdîaya ‘sazkirina bombeyê’ 5 hezar û 500 TL ceza li dayika 77 salî birin

AMED – Samiye Ektî (77) di 25’ê îlona 2016’an de li gundê Helhelê yê bi ser navçeya Hezroyê ve ye hatibû binçavkirin û paşê serbest hatibû berdan. Piştî darizandina salekê Ektî, bi îdiaya “sazkirina bombeyê” û “desteserkirina guleyên demançê” 5 hezar 500 lîre cezayê adlî hat cezakirin. Heke Ektî vî pereyî ranezîne dê bikeve girtîgehê.

Li gundê Helhelê yê bi ser navçeya Hezro ya Amedê ve di 25’ê îlona 2016’an de leşker û polîsên tîmên taybet gund dorpêç kiribûn û bi ser malan de girtibûn. Di serdegirtina malan de jina 77 salî Samiye Ektî binçavkiribûn û piştî îfadeyên wê serbest berdabûn. Serdozgeriya Komarê ya Hezro ji ber ku li mala Ektî, kabloyê ceryanê, 5-6 guleyên demançeyê, pirtûk, Încîl, rojname, ala HDP û posterê kurê wê Hacî Ektî yê ku di peçvûnekî de jiyana xwe ji dest dabû hatin dîtin, di der barê wê de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” û “Pir hindik dîtin û hilgirtina guleyan” lêpirsîn da destpêkirin. Ji ber desteserkirina kabloyê ceryanê Ektî ya 77 salî bi sazkirina bombeye hat sûcdarkirin. Di îdianemeyê de cih da îfadeya Ektî ya ku miroveka 77 salî sazkirina bombeyê li dijî herikîna jiyanê ye.

WÊ BI SAZKIRINA BOMBEYÊ SÛCDAR KIRIN

Nêzî salekî lêpirsîn ji aliyê dozgeriyê ve hat temamkirin û ji ber ku “propagandaya rêxistinê” hêmanên qanûnî çênake di der barê Ektî de “biryara neşopandinê” da. Lê dozgeriyê bi îdiaya li mala Ektî ji ber guleyên demançê hatine dîtin û ji sûcê “Pir hindik dîtin û hilgirtina guleyan” 5 hezar û 500 lîre pere cezayê edlî birî. Têkildarî cezayê pere biryar ji Ektî re hat şandin û dozgeriyê ji Ektî xwestiye ku ev cezayê pere heta 10 rojan bê razandin. Heke ku ev pere neyê razandin dê di der barê Ektî de “doza cemaweriyê” bê vekirin. An jî ger ku Ektî pere ranezînê ji sûcê “Pir hindik dîtin û hilgirtina guleyan” dê bi daxwaza heta 6 mehan cezayê girtîgehê doz lê bê vekirin.

‘ŞERMA WAN E’

Ektî bertek nîşanî vî cezayî da û wiha got: “Ez vî pereyî ranazînim. Bila min bibin biavêjin girtîgehê. Wê ev bibe şerma wan. Heke ku ji bo pereyan bi vê extiyariyê min diavêjin girtîgehê bila biavêjin.”

SAMIYE EKTÎ BI DÎMENÊN XWE YÊN LI GEL TAHÎR ELÇÎ TÊ NASÎN

Samiye Ektî jî di 28’ê mijdara 2015’an de li gel Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku li ber Mînareya Çar Ling a Sûrê hat qetilkirin beşdarî daxuyaniyê bûbû û bi dîmenên sohbeta li gel Elçî tê nasîn. Dîmênên Ektî û Elçî di çapemeniyê de gelek caran hatibû weşandin. Piştî axaftina Elçî, Ektî axivîbû û wiha gotibû: “Em dixwazin dorpêç bê rakirin. Bila dawî li şer û êrîşan bê. Em dixwazin bi awayekî azad li ser axa xwe bijîn.”

Piştî vê axaftina Ektiyê, çend deqîqe şûn ve Tahîr Elçî di peçvûna derket de bi guleyê ji serê xwe birîndar bû û jiyana xwe ji dest dabû.

MALA WÊ XERA KIRIN EW JÎ VEGERIYA GUND

Hat zanîn ku xêniyê Ektiyê li Sûrê di bin navê “Îstîmlaqkirinê” de hatibû xerakirin û ji ber vê yekê vedigere gundê Helhelê û carek din li gund bi cih dibe.

Bîlal Guldem - dîhaber