Nobedarên Wîcdan û Edaletê bi paqijiyê dest bi rojê kirin

ÎZMÎR - Çalakiya parlamenterên HDP'ê ya Nobeta Wîcdan û Edaletê ya Qada Gundogdu di roja duyemîn de bi paqijiya derdorê dest bi rojê kirin.

Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku di 25'ê Tîrmehê de li Amedê dan destpêkirin, li Stenbol û Wanê domandin, li Îzmirê di roja 2'emîn de bi paqijiya derdorê dest bi rojê kirin. Nobeta ku duh li Îzmirê di nava gengeşiyê de dest pê kir, heta saetên şevê rastî girseya ziyaretvanan hat. Piştî ziyaret û niqaşên der barê pêvajoyê de nobetaran îro serê sibê bi paqijkirina der û dorê dest bi roja duyemîn kirin. Nobedaran piştî derdor paqij kirin spor kirin û xwe ji bo ziyaretên nava rojê re amade kirin.