STENBOL – Hunermend Suavî dema di navbera Balikesir-Stenbolê de seyehet dikir, di maşîna xwe de rastî êrîşê hat.
Hunermend Suavî dema di navbera Balikesir-Stenbolê de seyehet dikir, ji aliyê kesên di maşîneyek din ve di maşîna xwe de rastî êrîşê hat.
Suavî, diyar kir ku dema wî tevî malbata xwe bi maşîneya xwe rêwîtî dikir, maşîneyek din, xwest wî derbas bikin û ew spartin şerenponê û xwestin wî di şerenponê werkin u wiha got: "Dema maşîna pişt min hat û xwest min derbas bike min destê xwe derxist û min got kerem kir derbas bibin. Lê maşîna ku xwest min derbas bikin ketin tenişta min û ez di nava xwe û şerenponê de asê kirim. Wekî filman li min kirin. Em 3 kes di maşînê de bûn. Hatin em asê kirin û çêr li me kirin. Piştî bûyerê ez çûm Qereqola Cendirmeyan a Kemalpaşa û min îfade da. Piştre dozgeriyê ferman da ku maşine be girtin. Min plake da wan û gilî kir.