Jinên li Sûrê rê girtin

AMED – Jinên li Taxên Alîpaşa û Lalebey ên Sûrê ku av û ceyrana wan hat birîn, rahiştin daran û rê li trafîkê girtin.

Jinên li Taxên Lalebey û Alîpaşa yên Sûrê rûdinên piştî av û ceyrana wan hat qûtkirin û ji bo ji malên xwe derbikevin kanalizasyon xitimandin û rêyên wê bi barîkata xurdeyan girtin, rê li trafîkê girtin û çalakî pêk anîn. Ciwanên taxê tevî gelek jinên temenê wan mezin şevê din rahiştin daran û derketin ser Rêya Turîstikê û rê li trafîkê girtin. Piştî jinan bi tilîlî û lêdana çepikan bertekên xwe anîn ziman gelek polîs hatin kolanê. Jinan ji polîsan re gotin ji bo av û elektirîka wan bê dayîn û ev mexduriyeta wan bi dawî bibe, çalakî li dar xistin û dengê xwe bilind kirin. Bi domandina çalakiyê re ekîbên teqwiyeyê sewqî herêmê hatin kirin. Hezên çevîk ên polîsan û hezên taybet ku xwestin mudaxaleyî jinan bikin, nîqaş derket. Amîrekê Ewlekariyê ji jinan re got ku dê ji bo qûtkirina av û ceyranê hevdîtin pêwîst pêk bînin, ger ev bi encam nede daxwaznameyan binivîsin. Li ser vê yekê jinan çalakiya xwe bi dawî kir û rê li trafîkê vekirin.