ÎZMÎR – Dayik û bavê Endama Meclisa DBP’ê Sêvê Demîr ya di 6'ê Çileya 2016'an de li Sîlopiyê hat qetilkirin, Nobeta Wijda û Edalê ziyaret kirin. Malbatê diyar kir ku pirsgirêka heyî encex bi edalet û wekheviyê çareser bibe.
Çalakiya Nobeta Wijdan û Edalê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a piştî Amed, Stenbol û Wanê li Îzmîrê di doja duyem de didome. Ziyaret û eleqeya ji bo nobetê re didome. Dayik û bavê Endama Meclisa Partiya Herîya ya Demokratîk (DBP) ku li navçeya Sîlopiya Şirnexê bi Pakîze Nayir û Fatma Uyar re hatin qetilkirin nobeta Qada Gundogduyê ziyaret kirin.
Dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr û bav Abdulazîz Demîr ku li Manîsayê rûdinin, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin lêgerîna wijdan û edaletê ya HDP’ê. Dayik Sakîne Demîr anî ziman ku ew jî mîna hemû civakê li wijdan û edalê digerin û banga xwedî deketina li nobetê kir.
'ZILM Û KOMKUJÎ NE ÇAERSERIYE’
Demîr da zanîn ku divê gel derkevin qedan û xwedî li nobetê derbikevin. Demîr dest nîşan kir ku pêdiviya hemû kesan bi wijdan û edaletê heye û wiha axivî: “Divê hemû gelên mezlûm bicivin. Em tiştekê ji vê dewletê naxwazin. Em mafê xwe yê edalat, hiqûqî û jiyana mirovane dixwazin. Bi girtin, kuştin û zilmê tiştek çareser nabe. Pirsgirêka li Tirkiyeyê bi komkujiyan çareser nabe. Gerîla, leşker û polîs zarokên me ne. Her ku em mirina wan dibihîsin dilê me dayîkan dişewite. Em ziman û nasnameya xwe dixwazin. Ji bo vê yekê jî em hinek wijdan û edalet dixwazin. Ji ber vê em li virin.”
'EMÊ TIM BÊJIN EDALET’
Demîr anî ziman ku keça wê Sêvê Demîr 20 salan ji bo hemû gelan têkoşîna edaletê da û wiha bi dawî kir: “Keça min ji bo vê yekê hat qetilkirin. Sêvê tenê aştî dixwest. Ji bo çareserî were vî welatî, tim têkoşiya. Dixwest ji bo hemû kesê edalet hebe. Mirovên Tirk, Kurd, Erep, Fars û Elewiyan Sêvê nasdikirin û jê hez dikirin. Em ji dil û can piştgiriyê didin nobeta edaletê. Divê em vê têkoşînê mezin bikin. Em ê dest ji doza xwe bernedin. Em ê li qadan daxwaza xwe ya edalet û aştiyê tim bînin ziman.”