HDP’ê binçavkirin şermezar kir

MÊRSÎN – Rêxistina HDP’a Mêrsînê, binçavkirina 24 endamên partiya xwe şermezar kir.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê operasyonên binçavkirinê ya di 11’ê Tebaxê de li dijê endamên wê pêk hat şermezar kir. Civîna çapemeniyê li avahiya partiyê hat lidarxisin. Di civînê de rêvebera HDP’ê Dogan Atay axivî û agahiya binçavkirina Hevserokên partiyê Hatîce Şahîn û Mîrsa Soylemez û 24 kesan da. Atay dest nîşan kir ku hikûmeta AKP’ê ji bo hevdîtinên HDP’ê yên gel re asteng bike, operasyonên binçavkirinê li dar dixe û wih got: “Îttîfaqa AKP-MHP’ê li dijî hezên demokratîk û kurdan dinava êrîşan deye. Li gel hemû êrîş û astengiyan dê HDP bi hêzên demokratîk re tîfaqê pêk bîne û heya edalet û azadiyê misoger bike dê têbikoşe. Em ê li dijî operasyonên qirkirinên siyasî li ber xwe bidin.”

Atay xwest ku hevserok û endamên partiya wan ên binçavkirî dimildest serbest bên berdan.

Endama MYK'ê Asiye Kolçak jî axivî û wiha got: “Ji bo hikûmeta AKP’ê polîtîkayên xwe yên şer veşêre, êrîşî HDP’ê dike. Em qet paşve gav navêjin. Divê li dijî faşîzma AKP’ê têkoşîn û hêzeke hevpar bê birêxistinkirin.”