WAN – Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Serayê Tuncer Kalkali û endamê Meclîsa Şaredariya yê Serayê Siddik Akin hatin binçavkirin. Rêveberê HDP’a Ebexê Abdulgaffar Atabay jî hat girtin.
Li navçeya Serayê ya Wanê Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Serayê Tuncer Kalkali û endamê Meclîsa Şaredariya yê Serayê Siddik Akin hatin binçavkirin. Kalkali di serdegirtina mala xwe ya li taxa Şerefxan ji aliyê leşkeran ve û Akin jî yê ku li ser bangkirinê çû Qereqola Cendermeyan a Navçeyê hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirina Kalkali û Akin nehat zanîn û li qereqolê tên rawestandin.
RÊVEBERÊ HDP’A EBEXÊ HAT GIRTIN
Li aliyê din di 13’ê tebaxê de li navçeyên Ebex, Erdîş û Elbakê di serdegirtinên hemwext de 23 kes hatibûn binçavkirin. Ji 23 kesan 6 kesan derxistin Edliya Wanê. Rêveberê HDP’a Ebexê Abdulgaffar Atabay, Şemsettîn Unal, esnaf Nasir Bîlîcî, Saîm Tar û 2 kesên navên wan nehat zanîn ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza îdiaya “Endamê rêxistinê ne” sewqî dadgehê kir. Her 6 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Lê ji ber ku der barê rêveberê HDP’ê Abdulgaffar Atabay di bûyerên Newroza 2008’an de bi îdiaya “Li hember polîsan derketiye” cezayê 3 sal û 2 meh ceza lê hatiye birîn hat girtin.
Di nav de rêveberê HDP’a Bajêr a Wanê Ozgur Aras jî heye 17 kes li midûriyetên polîsan ên bajêr û navçeyê tên ragirtin.