Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan hat berdan

SÊRT - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan ku li Edeneyê hat binçavkirin û paşê ew birin Sêrtê, bi şertê venêrîna edlî hat berdan.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, ku di 12'ê Tebaxê de li Edaneyê hatibû binçavkirin û paşê ew birin Sêrtê, sewqî dadgehê hat kirin. Heyeta Dadgehê bi şertê venêrîna edlî biryara berdana Arslan da.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de ku biryara "nepeniyê" li ser heye Arslan û 14 endamên MYK'ê yên DBP'ê hatibûn binçavkirin.