Vê carê jî 'rînga yek rengî' anîn

STENBOL - Li girtîgehan vê carê jî "rînga yek rengî" xistin meriyetê. Parêzer Gulîzar Tuncer diyar kir ku di rînga yek rengî de hucreya qefesî ya bê pace heye û tenê kesekî/ê dixinê.

Bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) re her ku diçe li girtîgehan binpêkirinên mafan ên nû xwe li yên heyî zêde dikin. Li gel vê bertekên ji bo sepandina "kincên yek rengî" hîn jî didomin. Parêzer Gulîzar Tuncer, bal kişand ser derhuqûqiyên li girtîgehan û der barê pirsgirêkên ku di dema serdanan de ew bi wan re rû bi rû dimînin û sepandinên nû yên li girtîgehan de agahî dan.

'HIN GIRTÎ HENE BI MEHAN E SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ NAYÊN KIRIN'

Tuncer, diyar kir ku şopa tiliyan li girtiyan tê ferzkirin, lê girtiyên ku li hemberî vê yekê dertên jî bi cezayên dîsîplînê re rû bi rû dimînin. Tuncer wiha axivî: "Ji ber sepandinên bi vî rengî bi mehane bi sedan girtî sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. Berê ji ber sepandina muayeneya kelemçekirî heta demeke dirêj girtî nedihatin mauyenekirin. Her wiha mafê pêwendiyê, faks, name yên girtiyan jî hatiye binpêkirin û nişeyên wan jî tên desteserkirin."

Tuncer, dest nîşan kir ku ji ber hincetên cuda serdanên parêzeran jî tên astengkirin. Tuncer anî ziman ku armanca vê yekê ew e ku bertekên li hemberî sepandina "kincên yek rengî" ku dê di pêşerojê de bisepînin kêm bikin. Tuncer, got ku ev serdem û ya 12'ê Îlonê nayên berawirdkirin û wiha got: "Ev rewş û ya 12'ê Îlonê nayê berawirdkirin, lê li hundur pêkanînên ku yên dema 12'ê Îlonê derbas kirine hene û li der ve jî polîtîkayeke şidetê tê meşandin."

Tuncer, der barê binpêkirina mafê parastinê yên parêzeran de jî ev tişt gotin: "Niha li gelek girtîgehan hevdîtinên bi parêzeran tên sînordarkirin. Bi vî awayî dixwazin dengê kesên li hundur asteng bikin."

SEPANDINA 'RÎNGA YEK RENGÎ'

Tuncer, anî ziman ku hîn li raya giştî nîqaşên sepandina "kincên yek rengî" didomin, lê belê niha "rînga yek rengî" sepandine û wiha domand: "Ev rewş tenê bi 'kincên yek rengî' ne sînorkirî ye. Çawa li derve konsepta yek netew, yek welat, yek ala tê sepandin, li girtîgehan sepandina 'kincên yek rengî' tê ferzkirin û her wiha niha girêdayî vê yekê 'rînga yek rengî' xistine meriyetê. Di rînga yek rengî de hucreyeke wek qefesê heye. Paca wê tune ye û kesekî/ê tenê dixinê. Nikarin pêwendiyê bi tu kesî re deynin. Yanî girtîgeha yek rengî li hemû qadên jiyanê disepînin."