'Pitika 6 mehî tazî di X-Rayê re derbas kirin'

MÊRSÎN - Remziye Baskak a ducanî ku ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê tehliye bû diyar kir ku her çi qas ew bi zorê dimeşiya jî, bi awayekî kelepçekirî ew birine revîrê û wiha got: "Hefteyek berê girtiyek anîn girtîgehê. Pitika wê tazî kirin û di X-Rayê re derbas kirin."

Li Taxa Demîrtaş a navçeya Toroslar a Mêrsînê di 5'ê Tebaxê de ji ber cezayê wê yê teqezbûyî Remziye Baskak a ducanî (9 mehî) hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê. Parêzerê Baskakê ji bo înfaza cezayê muwekîl wî serlêdan kir û piştî serlêdan hat qebûlkirin cezayê Baskakê 6 mehan hat taloqkirin û di 14'ê Tebaxê de hat tehliyekirin. Baskak der barê pêkûtiyên li Girtîgeha Tarsûsê de axivî.

'BI AWAYEKÎ KELEMÇEKIRÎ MIN BIRIN REVÎRÊ'

Baskak, dest nîşan kir ku li girtiyên sewqî girtîgehê tên kirin lêgerîna tazî tê ferzkirin û li kesên qebûl nakin jî bi awayekî kêfî cezayê hucreyê tê birîn an jî hevdîtin li wan tê qedexekirin. Baskak, got ku lêgerîna tazî li wê jî ferz kirine. Baskak, anî ziman ku paşê gardiyan dev ji vê ferzkirinê berdane û wiha gotine: "Ji ber tu ducanî yî em tolerensê nîşan didin." Baskak, diyar kir ku ji bo kontrolên ducaniyê wê serî li îdareya girtîgehê daye, lê belê bi awayekî kelemçekirî ew birine revîrê. Baskak, dest nîşan kir ku bi awayekî kelmçekirî ew bi zorê dimeşiya û wiha axivî: "Min ji gardiyanan re got 'nikarim bimeşim, kelemçeyê nexin destên min.' Lê bi awayekî kelemçekirî min birin revîrê û bêyî ku di kontrolê re derbas bibim min birin qawîşê."

Baskak, dest nîşan kir ku li girtîgehê bi her awayî pêkanîn kêfî hebûn û wiha got: "Dema bixwazin tedawî dikin, dema nexwazin nakin. Di girtîgehê de min zef eziyet kişand. Girtiyên tenduristiya wan baş jî li hemberî wan pêkanînan zor îdare dikirin. Ji bo girtiyên nexweş û ducanî rewşeke zaf zehmet e. Li girtîgehê her tişt li gor kêfa gardiyanan e."

'PITIKA 6 MEHÎ TAZÎ KIRIN'

Baskak, anî ziman ku girtiyên din jî bi pêkûtiyan re rû bi rû diman û wiha domand: "Hefteyek berê girtiyek anîn girtîgehê. Pitika wê bi awayekî tazî di amûra X-Rayê re derbas kirin." Baskak, anî ziman ku ew amûr ji bo tenduristiya pitikê nebaş e. Her wiha Baskak got ku cezayê qedexekirina hevdîtina bi telefonê jî li gelek girtiyan birîne.

JI BER GORA XWE DERNEXIST 12 ROJ CEZAYÊ HUCREYÊ LÊ HAT BIRÎN

Baskak, anî ziman ku gardiyanan tim dixwest aloziyê derxînin û dema girtî ji bo pirsgirêkekê daxwazname didan bi tu awayî bersiva wan nedihat dayîn. Baskak, diyar kir ku li Girtîgeha Tarsûsê bi awayekî dijwar bi ser girtiyan de diçin û wiha got: "Ji ber ku gora xwe dernexist 12 roj cezayê hucreyê li dayikek 50 salî birîn."