Di şerê malbatan de 8 kes birîndar bûn

NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Xelatê ya Bedlîsê du malbat bi hev ketin û di şerê çekdarî de 8 kes birîndar bûn.

Li gundê Mêzikê ya navçeya Xelatê ya Bedlîsê di navbera du malbatan de şerê çekdarî derket, 8 kes birîndar bûn. Gundê Mêzdikê yê ku 30 kîlometre dûrî navçeyê ye, duh bişev di navbera malbatên Guneş û Guducu de nîqaş derket. Nîqaş di demek kurt de dirêj bû, veguherî şerê dar, kevir û çekan. 2 kes bi çekê, yên din bi kevir û daran bi giştî 8 kes birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xelatê, Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê jî gund dorpêç kir.