Yildirim: Di kabîneyê de darbekar hene

ÎZMÎR – Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, di nobeta Wîcdan û Edaletê ya Qada Gundogdu de diyar kir ku îktidara AKP'ê organa siyasî ya darbeyê ye û wiha got: "Hêj di kabîneyê de darbekar hene. Ger ku AKP biçe êdî dê dayik negirîn. Dê OHAL rabe û kesên hatin îxrackirin dê dîsa li karên xwe vegerin. Dê dîsa gul li vî welatî vebin.

Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê li Qada Gundogdu diroja 3'emîn de berdewam dike. Piştî ziyaretvan hatin nobeta HDP'ê ziyaret kirin Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim daxuyanî da. Yildirim diyar kir ku bi giştî 24 roj û li Îzmirê 3 roj nabetê digirin û wiha got:
"Dema me nû ev çalakî plan kir me diyar kir ku dê di destpêkê de hevalên me yên wekil di navenda nobetê de cih bigirin. Dema me li Amedê dest bi nobetê kir, me nezanîbû ku dê ew qas ji nobetê bitirsin. Ev gavek pir mutewazî bû. Ger ku ew qas ji vê gava me ya mutewazî bitirsin, bi vê tirsê nikarin vî welatî bi rêve bibin. Bi minasebeta 18'emîn salvegera 17'ê Tebaxa 1999'an a Erdheja Marmarayê em kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin. Hêj em fêr nebûne ku em bi erdhejê re bijîn. Ne jî em fêr bûn ku gelê xwe li dijî afetan biparêzin. Endama van erdhejan encama rantên siyasî ne."

Yildirim, anî ziman ku AKP'ê erka rêveberiyên herêmî ji destê wan girtiye û em vê yekê li Îzmirê şênber dibînin. Em dibînin ku her tişt li ser berjewendî û daxwazên sermayetaran tê kirin. Ev hişmendî rêveberiya herêmî û vîna herêmî esas nagire. Her tiştê wê navend e û navendê esas digire. AKP êdî dema wê ya siyasî tije bûye. Ji ber vê yekê hewl dide hebûna xwe ya îktîdarê bi tirsê û şer bidomîne.

Yildirim, bal kişand ser daxuyaniya Serokê AKP'ê û wiha got: "Serokomar dibêje AKP têk biçe dê Têk biçe. Kesen dengê xwe dane te ji bo demekê tu vi welatî bi reve bibe dane te. Ger ku AKP ji îktîdarê dakeve dê ev welat ruyê rojê bibîne û ronî bibe. Ger ku AKP ji îktîdarê dûr bikeve dê her tişt asayî bibe û xweştir bibe. Ger ku AKP biçe êdî dê dayik negirîn. Dê OHAL rabe û kesên hatin îxrackirin dê dîsa li karên xwe vegerin. Dê dîsa gul li vî welatî vebin.'

Yildirim, bal kişand ser cilên yek tîp û wiha berdewam kir: "Hûn dikarin van cilên yek reng ên hûn difikirin li kesên cêwiyên ruhê we ne bikin. Lê hûn qet nikarin van cilan li dîlên azadiyê bikin. Ev spartina faşîzmê ye. Hûn vê hêzê ji kê digirin."

AKP ORGANA SÎYASÎ YA DARBEYÊ YE


Yildirim, herî dawî bal kişand ser darbeya AKP'ê û wiha lê zêde kir: "Hêj milê darbeyê ye siyasî nehatiye ronîkirin. AKP milê darbeyê yê siyasî ye. Îro kesên ji dibistanên cemaetê mezun bûne di kabinê de cih digirin ya na? Çend zarokên wezîran li dibistanên cemaetê mezun bûne? Hûn nikarin tu kesî di nava HDP'ê de bibînin. Lê ew û zarokên xwe bi hevre ji van dibistanan mezûn bûne. Hêj di kabineyan de darbekar hene. Di komên meclisan û şaredariyên wan de darbekar hene. Têkiliya AKP'ê û rêveberiya paralel wekî goşt û neynûkê ye. Hevkariya van kesean û hevkariya dagirkeran yek e. "

Yildirim herî dawî dînamîtkirina Heskîfê jî rexne kir û wiha got: “Divê hûn dîrok, çand, qadên dîrokî û ekolojîk nekin qurbana çavkaniyên enerjiyê. Nêzîkbûna bi dînamîtan a li heberî Heskîfê çanda kê ye. Li dijî kurdan çi pêş dikeve bi çanda talankeran pêş dikeve. Ev çanda talankeran e."