MÛŞ - Li Mûşê HDP û DBP'î jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin.
Li Mûşê polîsan bi ser malan de girt. Rêveberên HDP û DBP'î jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirina 11 kesan nehat zanîn û hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birine Muduriyeta Polîsan a Bajêr.