Serlêdana 680'yemîn jî hat redkirin

STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê cara 680'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Dozgeriyê serlêdana parêzeran red kir.

Parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengiz Çiçek û Serbay Koklu ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê çêbikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê serlêdana parêzeran red kir. Heta niha 680 serlêdanên ji bo hevdîtinê hatine redkirin.

Serlêdanên ji bo hevdîtinê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabeye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” tê astengkirin.