Di êrîşa Barcelonayê de 13 kes mirin 20 kes birîndar bûn

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Barcelonayê du êrîşên cuda pêk hatin. Di êrîşan de herî kêm 13 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Barcelona yê Îspanya dolmîşek ket nava girsê û êrîş pêk anî. Di êrîşê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn. Piştî êrîşê polisên Barcelonayê welatî ji herêmê dûr xistin û rêyên metro û trenê li trafîkê girt. Di êrîşa duyemîn de jî 2 kesên çekdar li resrotantê li ser welatiyan gule reşandin. Serokê Îspanyayê Mariano Rajoy daxuyanî da û diyar kir ku berî her tiştî divê ew birîndaran rizgar bikin û dê der barê birindar û buyerê de lêkolînê bikin. Polîsên Barcelonayê jî daxuyani dan û anî ziman ku ev êrîşa terorê ye.