Li Hatay û Dersimê pevçûn: Leşkerek mir

HATAY/DERSIM- Li Çiyayên Amanosê di navbera HPG'î û leşkeran de pevçûn derket. Hat diyarkirin ku di pevçûnê de leşker mir û 4 leşker jî birîndar bûne. Her wiha hat zanîn ku li Xozatê jî pevçûn derketiye.

Li gund Karayilan û Sarisekî yên navçeya Îskenderûn a Hatayê li quntara Çiyayên Amanosê di navbera HPG'yî û leşkeran de pevçûn derket. Di pevçûnê de leşker mir û 4 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê. Operasyona li herêmê didome.

LI XOZATÊ PEVÇÛN

Li bejahiya gundê Turktaner ê Xozata Dersimê pevçûn derket. Çavkaniyên herêmê diyar kir ku piştî pevçûnê helîkopterên ji bo herêmê hatibûn şendin ber bi Xarpêtê ve çûne.